Li Kerkûkê şer di navbera Heşda Tirkmenî û polîsa bajêr de derket

Çekdarên Heşda Tirkmenî li nava bajarê Kerkûkê gule li hejmarek endamên polîsa hawarhatinê ya xwecihî reşandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kerkûkê şer di navbera çekdarên Heşda Turkmenî û endamên polîsa bajêr de derket û Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê daxwaz dike ku kesên gule bi ser polîsan de berdane, xwe radestî yasayê bikin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, îro danê sibê hejmarek ji çekdarên Heşda Tirkmenî ku ser bi Heşda Şeibî ve ne, li nava bajarê Kerkûkê gule li hejmarek endamên polîsa hawarhatinê ya xwecihî reşandin û alozî û tevlihevî di navbera wan de derket.

Di wê derbarê de Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê daxwaz ji wan kesên ku gule li polîsan reşandine xwe radestî yasayê bikin.

Şaneya Ragihandinê ragihand jî, ew kesên destdirêjî li ser polîsên bajêr kirine, pasewanên Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî ne û divê ew xwe radestî yasayê bikin.