Rewangeh: Ji destpêka îsal ve hêzên Tirkiyê 20 sivîl li Sûriyê kuştine

Leşkerên Tirkiyê bi awayên cuda de, 20 welatiyên sivîl ên Sûrî li Bakurê Sûriyê kuştine ku di nav de 7 zarok û 3 jin hene.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji destpêka sala 2021ê ve, leşkerên Tirkiyê bi awayên cuda de, 20 welatiyên sivîl ên Sûrî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kuştine ku di nav de 7 zarok û 3 jin hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan radigihîne, pasewanên sînor ên Tirkiyê bi armancgirtina sivîlên Sûriyê yên ji ber rewşa şer ji welatê xwe direvin, berdewam e û diyar kir, ji destpêka îsal ve 13 sivîkên Sûrî li parêzgeha Idlib û Hesekê û herêmên din ên cuda bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine kuştin ku di nava wan de 3 zarok û jinekê bûn.

Rewangeh diyar dike jî, roja 23ê Çileya borî di encama topbarana hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve li ser bajarokê Til Rifetê, 4 kes hatin kuştin ku di nava wan de 3 zarok û jinekê hebû.

Desnîşan kir jî, roja 14ê Adarê di encama topbarana li ser gundê Zenqel yê ser bi Minbicê ve, zarok hate kuştin.

Herwiha Rewangehê da zanîn, roja 19ê Adarê di encama topbarana li ser gundê Hedriyat yê li rojhilatê Eyn Îsayê, zarok û jinek hate kuştin.