Çavuşoglu: Nabe ti welatekî din rêkeftina Tirkiye û Lîbyayê cibicî bike

Çavuşoglu diyar kir, Enqere piştevaniyê wê yekê dike ku hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê vekişin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derva yê Tirkiyê diyar kir, Enqere piştevaniyê wê yekê dike ku hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê vekişin, lê nabe ti welatekî din destêwerdanê di cibicîkirina vê rêkeftina Tirkiye û Lîbyayê de bike

Wezîrê Derva yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva yê Almany Heîko Maas li Berlînê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ragihand, hebûna hêzên leşkerî yên Tirkiyê li Lîbyayê, li gor rêkeftina Hikûmeta Enqerê û Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê.

Çavuşoglu got jî, divê hêzên Tirkiyê û çeteyên biyanî yên li wî welatî wek hev neyin hejmartin.

Çavuşoglu got: “Hejmarek mezin ji çeteyan li Lîbyayê hene. Em li hev dikin ku divê hêzên biyanî ji Lîbyayê vekişin, lê bidawîanîna piştevaniya me ya li gor rêkeftina dualî dê ne di berjewendiya Lîbyayê de be.”

Çavuşoglu diyar kir ku ev rêkeftin taybet e bi xizmetên ku Tirkiye di warê şêwirmendî û rahênankirinê de pêşkêş dike û got: “Nabe ti welatekî din destêwerdanê di cibicîkirina vê rêkeftina di navbera du dewletên xwedî serwerî de bike û bi awayekî şaş cibicî bike.”

Ev yek di demekê de ye, duhî Şêwirmenda Almanyayê di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de gotibû: “vekişîna hêzên biyanî ji Lîbyayê, nîşaneke girîng e.”