Almanya: Sînordarkirina firotina çekan bo Tirkiyê didome

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Berlînê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Berlînê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Heiko Maas di civîna çapemeniyê de li ser pirsa "Gelo Almanya di warê leşkerî de sînordarkirinên xwe yên li hember Tirkiyê dê rake?" diyar kir: “Tirkiye di NATOyê de hevpeymaneke girîng e. Almanya her dem ev yek aniye ziman, dê di pêşerojê de jî ev dê girîngiyeke taybet bigre.”

Maas destnîşan kir ku Almanya bi Tirkiyê re hevkariyeke gelek baş dike, bi taybetî jî weke hevpeymanên NATOyê û got: “Lê belê derbarê hinardekirina pîşesaziya berevaniyê de siyasetên sînordarkirinê yên Almanyayê hene û dê cîbicîkirina vê siyaseta xwe bidomîne.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşuglu jî diyar kir; tevî pandemiya ku heye, ji ber berdewambûna diyaloga di navbera her du welatan de kêfxweş e.

Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ku bi piştevaniya Almanyayê, di pêwendiyên Tirkiyê yên ligel Yekîtiya Ewropayê de geşedanên erênî pêk hatine û herwiha eşkere kir ku ligel Maas li ser mijarên navdewletî yên weke Lîbyayê axivîne.