Li Iraqê du karwanên Hevpeymaniyê, bûn armanca bombeyan

Îro du karwanên ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li rojavayê bakurê Bexdayê, bûn armanca bombeyan.

Hewlêr (K24) – Îro du karwanên ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li rojavayê bakurê Bexdayê, bûn armanca bombeyan.

Çavkaniyekî ewlehiyê ragihand; li sînorê parêzgeha Enbarê, mayîneke vedayî bi karwaneke Hevpeymaniyê de teqiya û karmendekî Iraqî yê ser bi kompaniyeke ewlehiyê birîndar bû.

Li Selahedîna bakurê Bexdayê, weke li Enbarê, mayîneke vedayî bi karwaneke Hêzên Hevpeymaniyê de teqiya, lê belê zirareke giyanî derneket holê.

Berî çend rojan, Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller nîgeraniya xwe li ser berdewambûna êrîşan nîşan dabû, ku bi ser hêzên biyanî de têne kirin.