Li Rojavayê Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 89 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Jiyan a Covid-19ê
Navenda Jiyan a Covid-19ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 89 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 89 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 20 kes li Hesekê, 2 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 1 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Kobanî, 18 kes li Reqayê, 27 kes li Tebqayê, 9 kes li Dêrezorê, 1 kes li Kampa Holê û 2 kes li Kampa Rojê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 16408 kesan, ji wan 1681 kes baş bûne û 645 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.