Kurdistan24 diçe gundê ku ji ber şerê PKK û Tirkiyê hat valakirin

Xelkê wan gundan daxwaz dikin ku PKK êdî hincet nede destê Tirkiyê û ti bihaneyek ji bo dagirkirina axa Herêma Kurdistanê nemîne.
kurdistan24.net

Duhok (K24) – Şerê PKK û artêşa Tirkiyê, nişteciyên gundekî din ê li sînorê navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê neçarî koçkirinê kir.

Gundê Kêste yê li sînorê nahiya Kanî Masê ya ser bi navçeya Amêdiyê yek ji wan gundan e ku demeke dirêj e ketiye bin metirsiya şer û pevçûnên PKK û Tirkiyê, ji ber vê yekê xelkê neçar man ku valakirina gundê xwe bifikirin.

Tîma Kurdistan24ê diçe nav gundê Kêste ku çend roj in şêniyên gund aware bûne û metirsiyeke mezin li ser jiyana wan çêbûye.

Nişteciyekî gundê Kêste ji K24ê re diyar kir ku şev û rojên xwe bi dengê teqe û mûşek û şer û bombebaranan derbas dikin û metirsî li ser jiyana wan çêbûye û ji ber vê yekê neçar mane ku dest ji zeviyên bav û bapîrên xwe berdin.

Ji 72 gundên ser bi nahiya Kanî Masê, zêdetirî 22 gund ji ber hebûna PKK û berdewamiya bombebarana artêşa Tirliyê vala bûne.

Xelkê wan gundan daxwaz dikin ku PKK êdî hincet nede destê Tirkiyê û ji wan deveran derkevin, da ku ti bihaneyek ji bo leşkerkêşiya Tirkiyê û dagirkirina axa Herêma Kurdistanê nemîne.