VIDEO – Reqsa du serbazên jin ên Îsraîlê li hember du serbazên Misrê

Li ser medyaya civakî vîdyoyek belav bûye ku tê de xuya dike du serbazên jin ên Îsraîlê li ser sînor li hember du serbazên Misrê reqsê dikin

Hewlêr (K24) – Li ser medyaya civakî vîdyoyek belav bûye ku tê de xuya dike du serbazên jin ên Îsraîlê li ser sînor li hember du serbazên Misrê reqsê dikin.

Li gor zanyariyên bikarhênerên medyaya civakî, ew devera ku lê reqsê dikin, sînorê navbera Misr û Îsraîlê ye.

Kesên ku vîdyoyê temaşe dikin, gelek ji wan karvedan nîşan dane, ku hinek ji wan weke bûyereke asayî û hinek jî weke rewşeke neasayî bi nav dikin.