Bi du firokeyên bêfirokevan êrîşî binkeya esmanî ya Eyn Esed hat kirin
Hewlêr (K24) – Li rojavayê Iraqê bi rêya du firokeyên bêfirokevan ên bombekirî, êrîşî binkeya esmanî ya Eyn Esed hat kirin.
Jêderekî ewlehiyê li parêzgeha Enbarê ragihand; bi rêya du firokevên bêfirokevan ên bombekirî, êrîşek li dijî binkeya esmanî ya Eyn Esed a li rojavayê parêzgehê hat encamdan, yek ji wan firokeyan li esmanê hat teqandin û di encama êrîşê de ti ziyaneke giyanî derneketiye holê.
Binkeya Eyn Esed hêzên Amerîkayê tê de ne û di van demên dawî de çendîn car bûye armanca êrîşan.
Washington di wê baweriyê de ye ku milîsên Ketayîbê Hîzbullaha Iraqê û milîsên din ên ser bi Îranê, ji wan êrîşan berpirs in.