Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê erdhej qewimî

Li bajarokê Şiwêşe yê ser bi bajarê Sine erdhejeke bi hêza 4.4 qewimî.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarokê Şiwêşe yê ser bi bajarê Sine îro şemiyê 8ê Gulana 2021ê erdhejeke bi hêza 4.4 qewimî.

Li gor zanyariyên navenda erdheja Îranê, erdhej demjimêr 01:18ê ber bi sibehê ve pêk hatiye.

Navenda erdhejê bajarokê Şiwêşe yê ser bi bajarê Sine bûye û hat zanîn ku erdhej 10 kîlometreyan bin erdê de pêk hatiye.

Navenda erdhejê 17 kîlometreya Şiwêşe, 24 kîlometre nêzîkî Sewlawa û 28 kîlometreyan jî nêzîkî bajarê Pawe bûye.

Hat zanîn erdhej li parêzgeha Kirmaşanê jî hatiye hest pê kirin.

Li gor gotinên rêveberê giştî yê krîzên parêzgeha Sine Mihemed Felahî ti ziyaneke canî yê wê erdhejê nebûye.