Raporteke Amerîkî: Milîsan nîvdewletek di navbera Iraq û Sûriyê de pêk aniye

"Komên milîs ên Şîe, li deverên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê nîvdewletek pêk aniye."

Navenda Nûçeyan (K24) – Raporteke îstixbaratê ya Amerîkî eşkere dike ku komên milîs ên Şîe, li deverên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê nîvdewletek pêk aniye.

Li gor raporteke peymangeha Newlines a Amerîkî; komên milîs ên Şîe bi temamî kontrola deverên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê kirine û nîvdewletek li wê herêmê pêk aniye.

Raportê destnîşan kiriye: “Ew komên milîs ku piraniya wan ji aliyê Îranê ve alîkariya wan tê kirin, ji bilî warê leşkerî ya deverê, liv û tevegra bazirganî û aborî ya deverê jî kontrol kirine, her kesek ser bi wan grûpan jî li postên hikûmî yên deverê hatine danîn.”