Medyaya Amerîka behsa rola Dijeterora YNKê di kuştina Qasim Suleymanî de dikin

Medyaya Amerîkî behsa rola Dijeterora Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di kuştina Qasim Suleymanî û Ebûmehdî Muhendis de dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) –  Medyaya Amerîkî behsa rola Dijeterora Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di kuştina Qasim Suleymanî û Ebûmehdî Muhendis de dikin.

Medyaya Amerîkî çend nehêniyên kuştina Fermandarê Supaya Qudisê ya Komara Îslamî ya Îranê Qasim Suleymanî aşkere dikin û amaje bi rola Dijeterora YNKê di wê operasyonê de dikin.

Di raportekê de hatiye, 3 tîmên taybet ên Amerîka ku bi hêzên “Delta” tê naskirin di operasyonê de beşdar bûn, çend endamên xwe wek karmendên firokeyê nîşan dabûn û li hinan jî li cihên nêzîkî kolana ku Qasim Suleymanî lê hatiye kuştin xwe bi cih kiribûn.

Li gor malpera “Yahoo”, şeva operasyonê sar bû û asman jî ewr bû û aliyê başûr-rojhilatê firokxaneya di demeke kurt de ji bo çalakiyên leşkerî hat girtin - an wiha hikûmeta Iraqê hat agahdarkirin.

Hat ragihandin, 3 tîmên nîşanvanan 600 heta 900 yardan ji "herêma kuştinê" (riya firokxaneyê) hatine bicihkirin û sêgoşeyek ji bo armanca wî hat amadekirin, dema ji firokexaneyê derket, yek ji nîşanvanan bi dûrbûna çavdêriyê ya kamera, rasterast dîmen ji Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê re vediguhastin ku Fermandarê Hêzên Delta Ground ê bi ekîba piştevaniyê re li wir bû.

Di raporê de hate destnîşankirin, hêzên Data ne tenê bû, belkû endamekî Dijeterora bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) bi (CTG) ku girêdayî YNK'ê ye hevkarî bi wan re kiriye.

Herwiha aşkere kir, dema Qasim Suleymanî ji Sûriyê gihîştiye Iraqê û li firokxaneya Bexdayê daketiye, endamên Dijetrorê xwe we karmendên veguhastina çenteyan nîşan dane û ji nêzîk ve hebûna Suleymanî piştrast kirine.

Wê malperê li ser zarê berpirsekî Amerîkî aşkere kiriye, rola Dijetrorê sereke bû, berî bûyerê amadekariyên hûr kirine. Ji bo vî karî, pêwîstiya wan bi plana gelekî hûr ya şandina leşker û şarezayên leşkerî hebû.

Malperê diyar kir, dema her du otomobîl derbasî cihê kuştinê bûn, operatorên drone li wan otomobîlan reşandine û du roketên ji cureya "Hellfire" li otomobîla Suleymanî ketin û ew wêran kir .

Qasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Giştî yê Heşda Şeibî Ebûmehdî Muhemdis roja 3.1.2020 bi riya nûşeka firokeyeke bêfirokvan a Amerîkî li nêzîkî firokxaneya Bexdayê hatin kuştin. Artêşa Amerîka û rêveberiya serokê Amerîka yê berê Donald Trump jî ew nûçe wek serkeftineke ewlehiyê belav kirin.