Di Remezanê de firotina qedayîfê zêde bûye

Tevî Koronayê di Remezanê de bazara qedayîfê geş bûye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di heyama belavbûna vîrûsa Koronayê de şîrînahiya qedayîfên Diyarbekirê bandoreke neyînî dît. Lê di meha Remezanê de karê şîrînahîfiroşan baştir bû. Xwediyên kargehên çêkirina şîrînahiya qedayîfan dibêjin; bihayên tiştên ku qedayîf pê tên çêkirin gelek bilind bû lê ew budçeya welatiyan difikirin û biha zêde nekirin.

Bazara şîrînahiya navdar ya qedayîfa Diyarbekirê her çiqas ji vîrûsa koronayê bandoreke xirab dîtibe jî di meha Remezanê de dîsa geş bûye. Hosteyên qedayîfê ji bo kargehan bi lez û bez û bi baldarî qedayîfan çêdikin. Heta ku qedayîf digihe ser sifreyan di 5 qonaxan re derbas dibe. Hevîrê nêzî 6 demjimêran tê sekinandin û dûv re wekî şîr tê rihinkirin bi alîkariya mekîneyê li ser sêla sorkirî tê rijandin. Di demeke wekî 30 çirkeyan de hevîr tê teşedayîn. Hevîrê ku dibe rîşî li qeymax, fisteq, penîr an jî guzan tê pêçan û dûv re nêzîkî demjimêrekê li ser agirî tê gerandin û şerbetkirin. Hosteyê qedayîfê û xwediyê kargehê Mewlîd Eren got; di rewşên asayî de di meha Remezanê de karê wan 3-4 qat zêde dibe lê îsal ji ber bandora koronayê karê wan kêm bûye.

Mewlîd Eren ji K24ê re got: “Di meha Remezanê de karê me gelek zêde dibe. Karê me 2 qat 3 qat dibe. Lê ji ber koronayê îsal karê me hinekê ketiye.  Qedexe jî heye, li gorî salên berê em encax ji çaran yek difiroşin. Rewşa me niha wisa ye. Niha em rojane 300-400 kîlo çêdikin lê me berê 2-3 ton şîrînahî çêdikir.”

Qedayîfa Diyarbekirê  di sala 2017an de ji aliyê Saziya Marqe û Patent a Tirkiye ve hat tomarkirin.  Qedayîfa ku bi taybetî di meha Remezanê de zêdetir tê firotin ji bo gelek bajaran jî tê rêkirin. Kargehên şîrînahîfiroşiyê jî di qedexeyên derketina derve de serbest in lê di vê heyamê de firotina seferî zêdetir bûye. Hosteyên çêkirina qedayîfan dibêjin; di meha Remezanê de ew zêdetir kar dikin.

Hosteyê Qedayîfê Mehmet Atli got: “Di rojiya Remezanê de kar baş dibe lê piştî rojiyê kar kêm dibe. Bi gitî 45 xulakan li ser êgir dimîne û dipije. Tam sor dibe û dûv re em şerbete lê dikin û hazir dikin.”

Hosteya Qedayîfê Songul Bîlgî dibêje: “Ez jî qedayîfa bi qeymax çêdikim. Bi danxurk û şîr û qedayîf çêdikim û ji bo pijandinê amade dikim.”

Di heyama belavbûna vîrûsa koronayê de bihayên şekir, rûn, fisteq, gûz, qeymax û ar jî zêde bû. Ji ber bihabûna nirxê tiştên ku qedayîf pê tên çêkirin, bihayê qedayîfê jî zêde bû. Bihayê kîloyeke qedayîf li gorî kalîteya wê diguhere û ji 30 lîreyan dest pê dike û heta 80 lîreyan diçe.