Mesrûr Barzanî projeya Telefrîkê li Duhokê vekir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, di bernameya Hikûmetê Herêma Kurdistanê de du armancên sereke hene.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di merasîmeke taybet de, projeya Telefrîkê li çîyayê Zawa li bajarê Duhokê vekir û di merasîmê de gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Di bernameya Hikûmetê Herêma Kurdistanê de du armancên sereke hene, yek çaksazî ye û ya din jî hemecurkirina çavkaniyên dahata aboriya Herêma Kurdistanê ye.”

Diyar kir jî, “Di hemecurkirina çavkaniyên dahata aboriya Herêma Kurdistanê de, em hemû hewl didin her tiştî bikin, da ku projeyên geştiyarî bi bernameyên din ên wek çandinî û pîşesaziyê re cibicî bikin, da ku çavkaniyên dahatê yên Kurdistanê zêdetir bibe û em neçar nebin ku tenê pişta xwe bi çavkaniyeke dahatûyê girê bidin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Li vir em spasiya hemû kompanyayên sektora taybet dikin ku bi hikûmetê re ji bo pêkanîna vê projeyê beşdar bûne. Spasiya UB Holden dikim ji bo ku ev projeya bi rêkûpêk bi cih aniye.”

Tekez kir jî: “Me dest bi bernameya Çaksaziyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û tê de berdewam dibin. Gelek asteng tên dirustkirin ji bo Hikûmet û kabîneya nehem vê çaksaziyê bi cih neke, lê tê de berdewam dibin û bi piştevaniya we û xwedê ti kesek nikare me rawestîne.”

Di beşeke din a gotara xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Me salek nexweş bi rê kir, belavbûna nexweşiya Koronayê û daketina nirxê petrolê, aborî têk da û bandoreke xirap li ser Herêma Kurdistanê û jiyana welatiyan kir, lê cihê xwe de ye ku spasiya xelkê Duhokê bikim ku xweragir bûn û baweriya xwe bi kabîneya Hikûmetê nebirîn. Tevî ku 11 meh in Hikûmeta Iraqê budceya Herêma Kurdistanê neşandiye, lê em berdewam dibin û ji bo cibicîkirina projeyan ranawestin û li seranserî Herêma Kurdistanê projeyên me yên stratejî dê hebin.”

Got jî: “Hez dikim ku hûn piştrast bin, di pêşerojê de rewşa Herêma Kurdistanê û aboriya Kurdistanê  ber bi başiyê ve diçe, ji bo wê jî pêwîstiya me bi piştevanî û beşdariya we heye, çi wek welatî, sektora taybet û hikûmet.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Aramiya ewlehî û siyasî giring e û bi parastina aramiya siyasî li Herêma Kurdistanê, divê aramî û asayişa Kurdistanê bê parastin û em ê ji bo vê mebestê her tiştî bikin.”