Bo cara pêşîn.. Îran bi fermî danûstandinên bi Siûdiyê re piştrast dike

Îran ji bo cara yekem e hebûna danûstandinan di Siûdiye û Îranê de piştrast dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Saîd Xetîbzade ji bo cara yekem hebûna danûstandinan di Siûdiye û Îranê de piştrast dike.

Saîd Xetîbzade ragihand, danûstandinên di navbera Îran û Siûdiyê li ser mijarên dualî û herêmî ne û got: “Me her tim pêşwazî li van diyalogan dikir, bila em li bendê bin û bibînin ka encamên diyalogê dê çi bin û piştre em ê encaman binirxînin.”

Tekez kir jî, “Nehîşina nakokî û milmilaneyan di berjewendiya Îran û Siûdiyê de ye.”

Herwiha got: “Bi guhertina atmosferan re, em hêvîdar in di pêwendiyên dualî de û pêşketin û pêşhatên herêmî de bigihin hevtêgihîştineke watedar û em ê di vî warî de hemû hewldanan bikin.”

Ev di demekê de ye, berî çend rojan Serokkomarê Iraqê Berhem Salih aşkere kiribû, Bexdayê di heyama borî de zêdetirî carekê mêvandariya gerên diyalogê yên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de kiribû.