Îranê nerazîbûna xwe li hember Iraqê nîşan da

Wezareta Derve ya Îranê ji ber xwepêşandanên li Kerbela û êrîşkirina ser Konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê nerazîbûna xwe nîşan da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îranê ji ber xwepêşandanên li Kerbela û êrîşkirina ser Konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê, Balyozê Iraqê yê li Tehranê bangî wezaretê kir, da ku nameyeke nerazîbûnê bide.

Duh roja yekşemê 9ê Gulana 2021ê, xwepêşanderên Kerbela êrîş kirin ser Konsulxaneya Îranê û agir li derdora konsulxaneyê vêxistin.

Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ragihandiye ku li gor rêkeftina Viyena ya sala 1963an, divê hikûmet şand û dîplomatkarên mêvan biparêze.

Balyozê Iraqê yê li Tehranê bersiv daye Wezareta Derve ya Îranê û diyar kiriye ku welatê wî pabend e bi parastina şandên dîplomasiyê.

Duh serê sibehê li Kerbela çalakvanê Iraqî Îhab El Weznî hat kuştin û piştre xwepêşandan derketin. Xwepêşanderan çûn ber Konsulxaneya Îranê û li derdora wê agir vêxistin.