Îsraîlê çend pêgehên Hemasê bombebaran kirin

Aloziyên li derdora Mizgefta Eqsayê zêde bûn û grûp û rêxistinên Filistînî hejmarek mûşek arasteyî Îsraîlê kirin û firokeyên Îsraîlê jî çend pêgehên Hemasê yên li Xezzeyê bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Aloziyên li derdora Mizgefta Eqsayê zêde bûn û grûp û rêxistinên Filistînî hejmarek mûşek arasteyî Îsraîlê kirin û firokeyên Îsraîlê jî çend pêgehên Hemasê yên li Xezzeyê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê îro vîdyoyek belav kir ku tê de xuya dike êrîşî şaneyeke ser bi Tevgera Hemasê kiriye.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê ragihand ku Berevaniya Îsraîlê hêzên zêdetir ber bi deverên rûbirûbûnê dike.

Herwiha diyar kir ku êrîşa mûşekî ya ser Îsraîlê "destdirêjiyeke tund e" û Hemas ji encamên wê êrîşê berpirsyar e.

Îro grûp û rêxistinên Filistînî demjimêr 18:00ê diyar kiribûn, da ku Îsraîl artêş û hêzên ewlehiyê ji Mizgefta Eqsayê dûr bixe û kesên desteserkirî azad bike.

Piştî bidawîbûna dema diyarkirî, "Seriyeyên Qudsê" ya baskê serbazî ya Tevgera Cîhadî ya Îslamî ya Filistînê, 30 mûşek arasteyî bajarokê Sderot kirin.

Ajansa nûçeyan AFP ragihandiye ku di êrîşa Îsraîlê bo ser Hemasê de fermandarekî meydanî yê Hemasê hat kuştin.

Ji roja îna borî ve, alozî di navbera nimêjker û hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê de derketiye û hêzên Îsraîlê bi dehan xwepêşanderên Filistînî desteser kirine.