Mesrûr Barzanî û Cîgira Serokwezîrê Belcîkayê pêwendiyeke telefonî encam dan

Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Belcîkayê Sophie Wilmes bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re kete pêwendiyê.

Hewlêr (K24) – Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Belcîkayê Sophie Wilmes îro duşemê 10ê Gulana 2021ê bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re kete pêwendiyê û ji ber şehîdbûna hejmarek Pêşmerge di êrîşa van demên dawî ya terorîstên DAIŞê de, xemgîniya xwe anî ziman.

Di pêwendiya telefonî de Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Belcîkayê Sophie Wilmes sersaxî da Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber şehîdbûna hejmarek Pêşmerge di êrîşa van demên dawî ya terorîstên DAIŞê de bo ser sengerên Pêşmerge. Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevxemî û helwesta Hikûmeta Belcîkayê kir ji ber şermezarkirina êrîşên van demên dawî yên ser Hewlêrê.

Herwiha li ser girift û astengiyên ewlehiyê yên li Herêma Kurdistanê û Iraq û herêmê gotûbêj hat kirin. Her du aliyan hevnêrîn bûn li ser girîngiya berdewambûna pêwendî û hemahengiya ji bo wan mijarên ku ji bo her du aliyan cihê girîngiyê ne.

Di beşeke din a pêwendiyê de pêngavên rûbirûbûna Koronayê û kampanyaya lêdana vaksîna Koronayê hat gotûbêjkirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Cîgira Serokwezîrê Belcîkayê daxwaz kir ku bi rêya Yekîtiya Ewropayê alîkariya penaber û awareyên nişteciyên Herêma Kurdistanê bikin, bi taybetî ku şiyanên Herêmê di wê derbarê de sînordar in.