Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê Qudsê de civîneke bilez li dar dixe

Nûnera Îrlandayê ya li Neteweyên Yekbûyî Geraldine Byrne Nason diyar kir: “Divê Encûmena Asayîşê bilez bivice û em hêvî dikin îro ev pêngav were avêtin.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser aloziyên Quds – Orşelîmê ji Îsraîlê daxwaz kir ku rêzê li rewşa dîrokî ya pîroziyan bigre.

Nûnera Îrlandayê ya li Neteweyên Yekbûyî Geraldine Byrne Nason diyar kir: “Divê Encûmena Asayîşê bilez bivice û em hêvî dikin îro ev pêngav were avêtin.”

Dîplomatkarên Encûmena Asayîşê ragihandin ku 15 welatên endamên encûmenê nîgeraniya xwe derbarê şer û tundiyên derdora Mizgefta Eqsayê de ragihandine, di demekê de ku Amerîkayê tekez kiriye ku ev daxuyanî ji bo niha ti sûdekê wê tune.

Li gor gotinên dîplomatkarên encûmenê, di reşnivîsa daxuyaniyê de tekezî li ser nîgeraniya Encûmena Asayîşê ya derbarê tundiyên Kerta Rojava hatiye kirin, ku devera Qudsa Rojhilat jî li xwe digre, tevî "nîgeraniyên metirsîdar" ji ber proseya çaverêkirî ya derxistina malbatên Filistînî ji taxên Şêx Cerah û Selwan ên Qudsa Rojhilat.

Hêjayî gotinê ye ku îro aloziyên li derdora Mizgefta Eqsayê zêde bûn û grûp û rêxistinên Filistînî hejmarek mûşek arasteyî Îsraîlê kirin û firokeyên Îsraîlê jî çend pêgehên Hemasê yên li Xezzeyê bombebaran kirin.