Tîma Lêkolîna tawanên DAIŞê piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi girîng bi nav dike

Kerîm Xan: “Projeyasaya pesendkirî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî ji bo lêpirsîn û darizandina çekdarên DAIŞ'ê girîng e.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tîma Lêkolînên Navdewletî di Tawanên DAIŞê de Kerîm Ehmed Xan ragihand, projeyasaya pesendkirî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî ji bo lêpirsîn û darizandina çekdarên DAIŞ'ê girîng e. Diyar kir jî, ev pêngav dê ji bo rêkxistina dadgeheke dadperwerane derbarê tawanên navdewletî de alîkar be.

Serokê Tîma Lêkolînên Navdewletî di Tawanên DAIŞê de (UNITAD) Kerîm Ehmed Xan di hevpeyvînekê de ligel kenala “CNN” de ragihand, "Em hêvî dikin ku hewldanên hikûmetan yên ji bo peydakirina agahî û daneyan alîkariya be, da ku bikarin berevaniyê li mafên rizgarbûyên destê DAIŞ'ê bikin."

Kerîm Ehmed Xan ragihand, tawanên DAIŞê li dijî Êzidiyan kirine, "tawanên qirkirinê" ne û diyarkirina wan tawanan jî li gor yasayên navdewletî dibe ku gelek delîlên wan tawanan hatine komkirin û bi awayekî fermî dibin şahid.

Kerîm Xan di hevpeyvînê de got: “DAIŞê ne dewleteke Îslamî ye, ji ber wê girîng e dadgeheke taybet bi tawanên DAIŞê yên di çend salên borî de hatine kirine de bê avakirin, ev yek jî pêwîstiya wê bi hewleke cidî heye.”

Herwiha got jî: “Tiştê ji wî karî gelekî girîng, aliyê yasayî ye. Heta niha yasayeke taybet ji bo dadgehkirina tawanên DAIŞê li Iraqê nîne, lê piştevaniyeke mezin ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve heye ji bo derbaskirina wê projeyasayê û pesendkirina wê, ew yek ji bo lêpirsîn û dadgehkirina çekdarên DAIŞ'ê gelek girîng e, herwiha ev gav dê ji bo lidarxistina dadgeheke dadperwerane ya tawanên navdewletî, alîkar be.”