Germiyan.. Hêzên Pêşmerge rûbirûyî êrîşeke DAIŞê bû

Rêxistina terorê ya DAIŞê li sînorê Germiyanê êrîşî xaleke Pêşmerge kir û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê êrîşa wan têkşikand.

Hewlêr (K24) – Rêxistina terorê ya DAIŞê li sînorê Germiyanê êrîşî xaleke Pêşmerge kir û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê êrîşa wan têkşikand.

Peyamnêrê K24ê ragihand ku li sînorê Germiyanê, DAIŞê êrîş kir û Pêşmerge êrîşa çekdarên DAIŞê têkşikand.

Peyamnêrê me eşkere kir ku DAIŞê êrîşî binkeyeke hêzên Pêşmerge ya di navbera gundê Belege û gundê Omerbil de kiriye.

Li gor zanyariyan, di êrîşê de pêşmergeyek birîndar bûye û êrîşa DAIŞê hatiye têkşikandin.