16 hunermendan stranek li ser Efrînê belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Komek ji hunermendên Efrînê straneke hevbeş bi navê “Eşqa Te Yar” li ser bajarê Efrînê belav kir.

Stran ji peyv û awazên hunermend Neîm Şebab e û tê de 16 hurmendên Efrînê yên wek Xelîl Xemgîn, Zekeriya Dilşad, Mîtra, Şahîban, Nemîn Şebab û hin hunermendên beşdar in.

Derbarê vê stranê de, Neîm Şebab ji K24ê re ragihand, Efrîn û xelkê wê niha di rewşeke pir bi êş û zehmet re derbas dibe û rojane binpêkirinên mirovî lê tên kirin, me xwast bi riya vê berhemê balê zêdetir bikişînin ser Efrînê. Got jî: Çendî berhemên hunerî li ser Efrînê bên çêkirin jî, li hember êşa Efrînê biçûk dimîne.

Hunermend Neîm Şebab diyar kir jî, klîpa stranê li kampên Şehbayê yên koçberên Efrînê ji aliyê Mesûd Kirad ve hatiye kişandin û Mihyedîn Erselan derhênariya wê kiriye û wan xwastiye ronahiyê bixin ser rewşa koçber û derbiderên Efrînê.

Bajarê Efrînê di Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hat dagîrkirin, di encamê de jî dora 300 hezar Efrînî bi neçarî koçber bûn û li kamp û gundên herêma Şehbayê bi cih bûne. Çavên Efrîniyan jî her li vegera ser cih û warên xwe ne.