Li Iraqê biryara qedexeya çûnûhatinê dest pê kir

Li Iraqê ji ber zêdebûna hejmara pêketinên bi vîrusa koronayê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Iraqê ji ber zêdebûna hejmara pêketinên bi vîrusa koronayê qedexeya çûnûhatinê ya temam ji bo 10 rojan dest pê kir.

Ji bo rêgirtina li belavbûna vîrûsa Koronayê, Hikûmeta Iraqê qedexeya çûnûhatinê ya temam, ji nîva şeva borî ve û heta 22ê vê mehê ragihand.

Qedexeya çûnûhatinê li Kerkûk û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî li xwe digire.

Herwiha Wezareta Navxwe ya Iraqê, tevahiya hêzên ewlekariyê rasperd ji bo li gorî biryara qedexeya derketina derve tevbigerin û destûr da ku dermanxane, dikanên xwarinê, sebze û fêkiyan bên vekirin.

Heta niha li Iraqê û Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine gihîştiye 1 milyon 122 hezar û 914 kesan, ji wan jî 15 hezar û 834 kesan canê xwe ji dest dane.