Nêçîrvan Barzanî: Em ji ber tundûtûjiya di navbera Filestînê û Îsraîlê de dilgiran in

Nêçîrvan Barzanî: Em hest bi dilgiraniyê dikin ku bûye sedema qurbaniyan ku welatî û bi taybet zarok tên armanckirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Em hest bi dilgiraniyê dikin li ser tundûtûjiya vê dawîyê ya di navbera Filestîn û Îsraîlê de derketiye ku welatî û bi taybet zarok tên armanckirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Em dilgiran in ku cihên pîroz tên armanckirin û daxwaza çareseriya aştiyane dikin, di heman demê de jî daxwazkar im hemû alî xwe bigirin.”

Herwiha destnîşan kir, “Ji dema tundûtûjiya vê dawiyê ya di navbera Filestîn û Îsraîlê de derketiye, em hest bi dilgiraniyê dikin ku bûye sedema qurbaniyan ku welatî û bi taybet zarok hatine armanckirin.”