Nêçîrvan Barzanî êrîşa şeva borî ya DAIŞê li Kifrî bi tundî şermezar kir

Nêçîrvan Barzanî tekezî li pêwîstiya bilezkirina hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de li navçeyên Kurdistanî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa DAIŞê ya şeva borî li Kifrî bi tundî şermezar kir û hevxemiya xwe ligel malbata Pêşmergeyê şehîd nîşan da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Serxweşiyê li malbata wî şehîdê Pêşmerge yê qehreman ya şeva borî di êrîşa teroristên DAIŞê de şehîd bû dikim û wê êrîşê bi tundî şermezar dikin û hevxemê malbata wî şehîdî me.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha di twîtta xwe de tekezî li pêwîstiya bilezkirina hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir.

Şeva borî teroristan êrîşî sengereke Lîwaya 116 a Hêza Pêşmerge li qezaya Kifrî kir û di encamê de Pêşmegeyek şehîd bû. Pêşmergeyan ew êrîş şikandin û terorîst reviyan.