Li Herêma Kurdistanê 755 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 755 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 755 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 755 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 134 kes li Hewlêrê, 227 kes li Silêmaniyê, 303 kes li Duhokê, 17 kes li Helebceyê, 54 kes li Germiyanê  û 20 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de  1142 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 305 kes li Hewlêrê, 398 kes li Silêmaniyê, 322 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 58 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 158901

Mirin: 4131

Başbûn: 140261

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.