Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya cejnê de: Em rûpeleke nû ya hevdû qebûlkirinê vekin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî hemû Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî hemû Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û ragihand: “Bila em hemû rûpeleke nû ya pêkveyî û hevdû qebûlkirinê vekîn, heta pêkve bikarîn xizmeteke baştir li gel û welatê xwe bikîn û ber bi paşerojeke baştir, bextewerî, aramî, parastina zêdetirê maf û azadiyan û yasa û dadgeriyê hengav bavêjîn.”

Peyama pîrozbahiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Cejna Remezanê bi germî li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê, bi taybetî li malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan pîroz dikim.

Hêvîdar im xêr û xweşî û bextewerî ji bo hemûyan li gel xwe bîne, cejn û bîhnvedaneke aram bi ser bibin û helkeftên xwe yên di paşerojê de li rewşeke baştir û dûrî pejik û nexweşî û qeyran û aloziyan bigêrin.

Bila em hemû wate û çemkên cejnê li aştevayî û lêborînî û pêkhatina li gel xwe û dewrûberê xwe û hemûyan, bikin bingehek ji bo tevger û peywendî û hengavên paşerojê. Bila em hemû rûpeleke nû ya pêkveyî û hevdû qebûlkirinê vekîn, heta pêkve bikarîn xizmeteke baştir li gel û welatê xwe bikîn û ber bi paşerojeke baştir, bextewerî, aramî, parastina zêdetirê maf û azadiyan û yasa û dadgeriyê hengav bavêjîn.

Bila li navxweya Herêma Kurdistanê û li tevahiya Iraqê cejn bikîn derfetek ji bo berevajiya yekcariya rûpelên rik û hevdû şikandin û zimanê zibir û bi dil û niyazeke paqij vekîn destpêka seretayeke nû ya tebayî û hevbeşî û alîkariya di navbera hemû alî û pêkhatên ji bo çareserkirina alozî û kêşe û derbaskirina qeyranan û em hemû li asta berpirsiyariya mirovî û niştimaniyê da bîn.

Cejna we hemûyan pîroz be, hemû salek bi xweşî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

12/5/2021