Aloziyên Îsraîl û Filistînê: Amerîka nûnerê xwe dişîne herêmê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand; nûnerê xwe raspartiye ku demildest serdana herêmê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand; nûnerê xwe raspartiye ku demildest serdana herêmê bike. Herwiha Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin jî tekezî li ser piştevaniya xwe ya serxistinê bo Îsraîlê kiriye.

Antony Blinken diyar kir ku Cîgirê Alîkarê xwe yê ji bo Karûbarên Îsraîl û Filistînê Hadî Amr raspartiye ku demildest serdana herêmê bike û ligel serkirdeyên Filistîn û Îsraîlê bicive.

Blinken eşkere kiriye: “Îdareya Joe Biden ji vê rewşa ku li Quds û Xezzeyê derketiye holê, gelek nîgeran e.”

Li aliyê din Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; di pêwendiyeke telefonî de Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ligel hevtayê xwe yê Îsraîlê, tekezî li ser piştevaniya Amerîkayê ya serxistinê bo Îsraîlê nîşan daye.

Berdevkê Pentagonê John Kirby ragihand: “Lloyd Austin tekezî li ser girîngiya pêngavên hemû aliyan ji bo aramkirina rewşê kiriye.”

Ji roja duşemê ve bombebaran û êrîşên mûşekî di navbera artêşa Îsraîlê û komên çekdar ên Filistînê de dest pê kiriye û li gor zanyariyan, heta niha bi dehan Îsraîlî hatine kuştin û birîndar bûne, di nav Filistîniyan de jî hatiye ragihandin ku heta niha 56 kesan di êrîşên esmanî de hatine kuştin, ku ji wan 13 kes zarok in û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne.