Nimêja Cejna Remezanê li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê hat kirin

Li Diyarbekirê nimêja Cejna Remezanê li Mizgefta Mezin a dîrokî ya navçeya Sûrê hat kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê nimêja Cejna Remezanê li Mizgefta Mezin a dîrokî ya navçeya Sûrê hat kirin. Nimêj demjimêr 05.43ê hat kirin û welatiyan jî bi sicade û maskeyên xwe berê xwe dan Mizgefta Mezin û Nimêja xwe kirin.

Nimêja Cejna Remezanê li Diyarbekirê di Mizgefta Mezinde bi beşdariya welatiyan û rayedarên dewletê hat kirin. Nimêja Cejnê demjimêr 05.43yê dest pê kir û welatiyan jî bi sicade û maskeyên xwe nimêja xwe kirin. Sala borî ji ber Vîrusa Korona nimêja Cejna Remezanê nehatibu kirin, lê îsal her çiqas qedexeya derketina derve hebe jî bo nimêjê bergirî hatin nermkirin û welatiyan karîn li mizgeftên nêzîkî malên xwe nimêja cejnê bikin. Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglu jî beşdarî nimêjê bu û bang li xelkê Diyarbekir kir ku bila di cejnê de pabendê bergiriyan bin.

Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglû ji rojnamevanan re got: “Mixabin em careke din di serdema Pandemiyê de pêşwaziya cejnê dikin. Ez cejna hemû welatiyan pîroz dikim. Em çiqasî pabendî bergiriyan bin dê ewqasî baştir piştî 17ê mehê pêşwaziya serdema asayîbunê bikin. Li Diyarbekirê jî daneyên vîrusa koronayê niha di daketinê de ne..”

Welatiyên ku tevlî nimêja Cejna Remezanê bûn jî hem keyfxweşiya xwe bo pêşwazîkirina cejnê kirin, hem jî ji ber Vîrusa Koronayê xemgîn bun ku dê nekaribin serdana kes û karên xwe bikin. Welatiyan dia kirin ku vîrusa koronayê bi dawî bibe û aramî û aşitî ji alema îslamê re xwestin.

Piştî nimêja Cejna Remezanê welatiyan rahêştin sicadeyên xwe û ber bi malên xwe ve çûn û bang li welatiyan hat kirin ku bi teybetî di warê kombuna di malan de hay ji xwe hebin ku di deverên girtî de vîrusa koronayê dikare bi awayeke leztir belav bibe.