Parêzgariya Hewlêrê li ser êrîşa li Tirkiyê ya li dijî malbata Kurd daxuyanî da

Li ser êrîşa li dijî malbateke Kurd a xelkê Hewlêrê ku ji bo geştê çûbûn bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê û rastî êrîşeke nijadperestî hatibûn, Parêzgariya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

Hewlêr (K24) – Li ser êrîşa li dijî malbateke Kurd a xelkê Hewlêrê ku ji bo geştê çûbûn bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê û rastî êrîşeke nijadperestî hatibûn, Parêzgariya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariya Hewlêrê pêwendî bi malbata ku rastî êrîşê hatine kir û ragihand: “Em kiryarên bi vî rengî li hember welatiyên xwe qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Em ji Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyê ya li Hewlêrê daxwaz dikin, bi fermî ji raya giştî re daxuyaniyekê bide û sedema êrîşa ser welatiyên me yên li welatê wan eşkere bike.”

Daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê wiha ye:

Piştî belavbûna vîdyoyek ku tê de malbateke xelkê bajarê Hewlêrê, ji aliyê çend kesan ve li welatê Tirkiyê di navbera bajarên Mêrsîn û Edenê de bi awayekî nemirovî êrîşî wan dikin û li wan dixin. Parêzgarê Hewlêrê Birêz Omêd Xoşnaw pêwendî bi wê malbatê kir û ji kesûkarên wan re diyar kir ku dê ligel aliyên fermî di pêwendiyê de be, da ku tawanbar werin desteserkirin û bigihin cezayê xwe û ragihand: “Hûn kesûkarên me ne û em li ti derekê kiryarên bi vî rengî li hember welatiyên me qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin.” Piştre li ser vê mijarê Birêz Parêzgarê Hewlêrê bi Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê re kete têkiliyê û ji wan daxwaz kir:

1 – Demildest li ser vê mijarê lêkolîn were kirin û bi rêya yasayan sedema vê êrîşê û êrîşkirina nemirovî ya ser wê malbatê were eşkerekirin û êrîşkar û tawanbar bigihin cezayê xwe yê tund ê yasayî.

2 – Em ji Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyê ya li Hewlêrê daxwaz dikin, bi fermî ji raya giştî re daxuyaniyekê bide û sedema êrîşa ser welatiyên me yên li welatê wan eşkere bike.

3 – Em weke Parêzgariya Hewlêrê, ti car kiryarên bi vî rengî, li bin her hincet û nêrîn û bihaneyek, qebûl nakin û kiryareke nedirust e û em bi awayê herî tund şermezar dikin. Em qebûl nakin ku li ti derekê li hember hevbajarên me bêrêzî were kirin.

Ofîsa Parêzgariya Hewlêrê

14.5.2021