Li ser êrîşa malbata Kurd li Tirkiyê 3 kes hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê çend kesan bi awayekî nemirovî êrîşî malbateke Kurd a xelkê Hewlêrê kirin, 3 kes bi tohmeta êrîşê hatin desteserkirin.
Peyamnêrê K24ê ragihand: “Piştî ku vîdyoya êrîşkirina ser malbateke Kurd li Mêrsînê belav bû û gelek bertek li hember vê êrîşê hat nîşandan, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê sê kesan bi tohmeta êrîşkirina ser wê malbatê desteser kirin.”
Peyamnêrê me eşkere kir: “Vê bûyerê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bertekên mezin li pey xwe anîn û dezgehên ewlehiyê yên Tirkiyê dibêjin derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kiriye.”
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji K24ê re diyar kir: “Li ser vê mijarê, me pêwendî bi Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê kir û me daxwaz kir ku lêkolîn li ser wê tawanê were kirin û tawanbar werin cezakirin.”
Omêd Xoşnaw herwiha eşkere kir: “Li ser bûyerê lêkolîn dest pê kiriye û niha malbat li nexweşxaneyê tedawî dibin, rewşa tendirustiya wan baş û cîgir e.”