Li Enqerê êrîşî avahiya HDPê kirin

Komekê 3 kesî êrîş birin ser Navenda Giştî ya HDPê.
Dîmenek ji dema êrîşê
Dîmenek ji dema êrîşê

Enqere (K24)- Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê komekê 3 kesî êrîş birin ser Navenda Giştî ya HDPê. Koma ku nasnameya wan nayê zanîn, bi keviran êrîşî HDPê kirin. HDP desthilata Ak Partî û MHPê wek berpirsyarê bûyerê dibîne.

Duh bi şev saet derdora 00:05an, li Enqereyê komekê 3 kesî êrîş birin ser Navenda Giştî ya HDPê. Li ser navê HDPê Lijneya Rêveberiya Navendî daxuyaniyekê nivîskî belav kir û êrîşa li ser avahiya HDPê şermezar kir.

Di daxuyaniyê da HDP destnîşan kir, duh (14.05.2021) saet derdora 00:05’ê şevê komekê 3 kesî ku ji ciwanan pêk tê, bi keviran êrîşî navenda wan a giştî kirine û polîs jî nebûne asteng. HDP ragihand, ku êrîşkar ji aliyê hin derdoran ve hatine erkdarkirin û êrîşê navenda partiya wan kirine û polîsên ku HDPê diparastin jî bi xemsarî tevgeriyane û ji êrîşkaran ra nebûne asteng.

Lijneya Rêveberiya Navendî a HDP di daxuyaniya xwe da, ku kopyayekê ji K24ê ra şandiye wiha dibêje: “Di roja Cejnê da êrîşkirina ser partiya herî mezin a sêyem a Tirkiyê ji bo kaos û aloziyê ye û li pişt vê êrîşê partiya desthilatdar heye. Êrîşkar bi hêsanî êrîşî partiya me kirine û polîsên ku divê Navenda me biparêze jî nebûne asteng û heta bûne alîkarê êrîşê. Jixwe destesernekirina gumanbaran jî bi me dide zanîn ku, ka ew kes ji aliyê kîjan derdorê ve hatine erkdarkirin. Ji bo ku rojevê biguherînin û têkiliyên xwe yên qirêj û tarî yên bi mafyayê ra veşêrin HDPê kirine armanc. Em dizanin ku failê vê Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu ye.”

Herwiha hatiye diyarkirin: “Tu hêz nikar têkçûn û sosreta mafya-siyaset û burokrasiyê veşêre. HDP, bes bi avahî û hebûna xwe na, wmê bi siyaseta xwe ya alternatîf ya Rêya Sêyem jî riya xwe bidomîne û xwe mezin bike. Em ê welêt ji vê hişmendiya êrîşkar û tarî ra nehêlin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û Tirkiyê ji tarîtiyê rizgar bikin.”