Nahit Eren: Baroya Diyarbekirê dengê Kurdan e

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahit Eren ragihand ku ew weke Baroya Diyarbekirê dê vê bûyerê bişopînin.
Serokê Baroya Diyarbekirê Nahit Eren
Serokê Baroya Diyarbekirê Nahit Eren

Diyarbekir (K24) – Serokê Baroya Diyarbekirê Nahit Eren ku piştî êrîşa nijadperestî ya li bajarê Mêrsînê ya li dijî malbateke Kurd a xelkê Hewlêrê, serdana malbatê kir, ragihand ku ew weke Baroya Diyarbekirê dê vê bûyerê bişopînin.

Nahit Eren ji K24ê re diyar kir: “Baroya Diyarbekirê dengê Kurdan e, em ê her dem di xizmeta gelê xwe de bin.”

Eren destnîşan kir ku êrîşên bi vî rengî nayên qebûlkirin û her dema ku êrîşek li dijî Kurdan were kirin li kû dibe bila bibe, ew weke Baroya Diyarbekirê dê li cem wan bibin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahit Eren eşkere kir; ji ber ku rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya wî kirin, kêfxweş bûye.

Di 13ê Gulanê de ber êvarê di rêya Mêrsîn û Antalyayê de malbatek ji Hewlêrê dema dixwest ku biçe Antalyayê di rê de rastî êrîşek nijadperestî hat û welatiyek Hewlêrî li ber çavên zarokên xwe û hevjîna xwe rastî êrîşeke nijadperestî hat û êrîşkaran xwestin wî bikujin. Welatiyekî Kurd jî bûyer kêşa qemereyê û alîkariya malbatê kir.