Guterres: Eger aloziya Îsraîl û Filistînê zêde bibe, dê pevçûn li herêmê belav bibin

Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî dê roja Yekşemê ser aloziya di navbera Îsraîl û Filistînê de bicive.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî dê roja Yekşemê ser aloziya di navbera Îsraîl û Filistînê de bicive.

Berî civînê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li hemî aliyan kir ku pevçûnan demildest rawestînin. Herwiha Guterres diyar kir ku eger alozî zêdetir bibin ew ê pevçûn li hemî herêmê belav bibin.

Antonio Guterres bal kişand ku hejmarek sivîl di nav wan de jî zarok, hatine kuştin û got ku ew pevçûn dikarin bo temamê herêmê metirsiya ewlekarî û kêşeya mirovî çêkin.

Sekreterê Giştî yê NYê da zanîn ku divê hemî alî ji bo qedandina pevçûnan rê li ber navbeynkariyê vekin û got ku bi tenê çareseriyeke siyasî dikare li herêmê aştiyeke mayînde çêke.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Nûnera Amerîka ya li NYê Linda Thomas Greenfield li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiribû ku Amerîka dê ji bo kêmkirina aloziyê, dîplomasiya di asta bilind de bimeşîne.