Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê pêşhatên de Qudsê dicive

Nûnerên Filistîn û Îsraîlê di civîna îro de beşdar dibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e Encûmena Asayişa Navdewletî îro li ser rewş û pêşhatên dawiyê yên li Filistînê bicive.

Nûnera Hertimî ya Amerîka li Neteweyên Yekgirtî Linda Thomas Greenfield ragihand, e Encûmena Asayişa Navdewletî dê roja 16'ê Gulanê ji bo nîqaşkirina rewşa Îsraîl û herêma Xezayê civîneke vekirî pêk bîne.

Li gor zanyariyan, Nûnerên Filistîn û Îsraîlê dê di civîna îro ya Encûmena Asayişa Navdewletî de beşdar bibin.

Ev di demekê de ye, Artêşa Îsraîlê ragihand, şeva borî wan zêdetirî 90 armanc li Herêma Xezayê bombebaran kirine ku di nav de malên rêveberên Hamasê jî hene.

Herwiha diyar kir jî, Hemasê jî ji roja yekem a aloziyê de, zêdetir ji 2900 mûşek ji Xezayê ve avêtiye Îsraîlê.

Ji roja duşemê 10ê Gulana 2021ê ve, alozî di navbera Filistîn û Îsraîlê de li ser taxa Şêx Cerrah rû daye. Îsraîlê bi giranî binke û baregehên Hamasê û komên Filistînê bobebaran dike û komên çekdar ên Hemasê jî bi mûşekan xaka Îsraîlê dikin armanc.

Ji ber şerê herdu aliyan heta niha 10 hemwelatiyên Îsraîlê hatine kuştin û 146 kes ji Filistçniyan hatine kuştin.