Tirkiyê kuştina berirsekî bilind ê PKK’ê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî civîna kabîneyê xwe di daxuyaniyek rojanmevanî de ragihand, wan berpirsê PKK’ê Sofî Nûredîn di operasyonekê de li bakurê Iraqê kuşt.
Erdogan, Sofî Nûredîn bi kuştina 13 dîlên Tirkiyê li Garê û êrîşên li dijî leşkerên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê hatin kirin tometbar dike.
Li gor medyaya Tirkiyê, Endamê Komîteya navendî ya PKKê û endamê konseya Leşkerî ya HPGê Xelef Mihemedê (Sofî Nûredîn) ku Wezaret Navxweyî û Interpolê bi bultena sor lê digeriyan, 8ê gulanê bi operasyona hevbeş a MÎT û Hêzên Çekdar ên Tirkiyê hatiye kuştin.
Diyar kir jî, Sofî Nûredîn di salên 2015-2020ê de Berpirsê Giştî yê YPGê bû.
Hêj PKK’ê derbarê nûçeya kuştina Sofî Nûredîn de ti daxuyaniyek nedaye.