Xelkê Kerkûkê daxwaza vegera Pêşmerge dike

Rayedarên Iraqê li wê yekê mikur tên ku bêyî Pêşmerge ewlehî li wan navçeyan pêk nayê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatîyên Kerkûkê bi vegera Pêşmerge bo navçeyên madeya 140 û avakirina odeyeke hevbeş bi artêşa Iraqê re ji bo dagirtina valahiyên ewledarîyê dilxweş in û dibînin ku bi cîbicîkirina rêkeftinê re, dê ewlehî û aramî dê vegere navçeyên wan. Pisporekî leşkerî jî diyar dike, ji ber pisporî û ezmûna Pêşmerge ya rûbirûbûna DAIŞê, karîna kontrolkirina rewşa ewlehiyê heye û di rojên pêş de jî mizgîniyên baş bibihîsin.

Pevguhartina zanyariyên îstîxbaratê bi rêya avakirina çar navendên hevbeş li Xaneqîn, Kerkûk, Mexmûr û Mûsilê, destpêka rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêmê û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê de ye. Pêngava din jî avakirina du lîwayên hevbeş yên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ye, da ku valahiyên ewlehiyê yên di navbera wan de dagirin û operasyonên hevbeş li dijî çekdarên DAIŞê li seranserî madeya 140 pêk bînin.

Xelkê Kerkûkê pêşwaziyê li vê pêngavê dikin û weke destpêka vegera aramiyê bo bajarê xwe dizanin, ew dibînin ku bêyî Pêşmerge navçe aram nabe û DAIŞê ji aliyekî ve û milîs ji aliyekî din ve li ser wan navçeyan metirsî ye.

Tê payîn ku Pêşmerge ji ber ezmûna xwe ya şerê li dijî DAIŞ'ê, bi vegera bo navçeyê re, rewşa ewlehiyê kontrol bike.

Rêveberê Navenda Kerkûkê ya Lêkolînên stratejîk Dr. Cewdet Yûnis ji K24ê re got: "Hêzên Pêşmerge gelek giraniya wan heye, ezmûna wan di şerê DAIŞê de heye, ji ber vê yekê divê ev valatiya ewlehiyê were dagirtin û rêkeftinek jî di navbera Herêm û Bexdayê de heye, divê em ji bîr nekin ku DAIŞ dijminê me hemûyan ne.”

Artêşa Iraqê di sala 2014'an de ji Kerkûk û herêmên Kurdan ên li derveyî rêveberiya Herêmê reviya û Pêşmergeyan cih girtin û pêşî rêgirî li pêşketina DAIŞ'ê kirin. Di nava sê salan a nebûna Pêşmergeyan dej jî valahiyeke ewlekariyê çêbûye û DAIŞ careke din metirsiyê li ser Kerkûk û wan deveran çêkiriye, bi rengekî ku vegera Pêşmergeyan bûye pêdiviyek û rayedarên Iraqê li wê yekê mikur tên ku bêyî Pêşmerge ewlehî li wan navçeyan pêk nayê.