47 welatiyên din ji Hindistanê bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin

Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 47 welatiyên din jî ji Hindistanê vegeriyan Kurdistanê.

Hewlêr (K24) – Li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi hemahengiya navbera Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmetê û Wezareta Derve ya Federal, 47 welatiyên din ku li Hindistanê asê mabûn, gihiştin Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê û piştre bi otobusan vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Ji ber rewşa xirab a Koronayê ya li welatê Hindistanê, hejmarek welatiyên Herêma Kurdistanê ku li Hindistanê asê mabûn, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi hemahengiya navbera Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmetê û Wezareta Derve ya Federal, îro 47 welatiyên din gihiştin Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê û piştre bi otobusan vegeriyan Herêma Kurdistanê, ku piraniya wan bi mebesta tedawiya tendirustiyê berê xwe dabûn Hindistanê.

Çend roj berê jî 68 welatiyên din ên Herêma Kurdistanê gihiştibûn Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê.

Hêjayî gotinê ye ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî lêçûnên vegerandina her du karwanan ji Bexdayê bo Hewlêrê li ser xwe girt.

Biryar e welatiyên ku vegeriyan, 14 roj di bin çavdêriya saziyên Wezareta Tendirustiyê de werin karantînakirin.