ENKS: Nabe tundî li hember xwepêşanderan were bikaranîn

ENKS radigihîne ku ew li aliyê xwepêşanderan e û hişyariyê dide jî, nabe çekdarên PYDê tundiyê li hember xwepêşanderên bi kar bînin.
Dîmeneke xwepêşandana Qamişlo / Wêne: Ekrem Salih
Dîmeneke xwepêşandana Qamişlo / Wêne: Ekrem Salih

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne ku ew li aliyê xwepêşanderan e û hişyariyê dide jî, nabe çekdarên PYDê tundiyê li hember xwepêşanderên bi kar bînin.

Ji ber bilindkirina nirxê sotemeniyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, duhî li bajarê Qamişlo û çendîn gund û bajarokan xwepêşandanên nerazîbûnê derketin.

Di wê derbarê de Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Rêveberiya Xweser ya ser bi PYDê ve bi biryara 119 nirxê sotemeniyê 3 qatan zêde kir. Ligel ku îsal mûsimê çandiyê tune ye, Lîreya Sûrî nirxê li hember Dolar winda kiriye û rewşa herêmên Rojavayê Kurdistanê di bin xeta hejariyê de ye, Rêveberî bacê li welatiyan zêde dike.”

Sekreteriya ENKSê dibêje: “Ev biryar bandoreke metirsîdar li ser hemû pêdviyên jiyanê çêdike ku bi wê yekê re dê nirxê hemû kelûpelên wek xwarek, veguhastin, elektirîkê bilind bibe û dê rewşeke ne aram û ewle peyda bike, herwiha dê bibe sedem ku xelkê me yê li herêmê maye jî koçber bibe û hêviya vegera koçberan jî nemîne.”

ENKS di daxuyaniya xwe de radigihîne: “ENKS li aliyê gelê ku vê biryarê red dike ye, daxwaza hilweşandina wê biryarê dike û hişyariyê jî dide ku nabe çekdarên PYDê tundiyê li hember xwepêşanderan bi kar bîne.”

ENKS bang li welatiyan dike ku dengê xwe bilind bikin û bi hemû amrazên aştiyane biryara 119 a bilindkirina nirxên sotemeniyê red bikin.

Herwiha ENKS bang li civaka navdewletî jî dike, bilez çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bibînin, bi riya lihevkirina li ser destûrekê ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê biparêze û li mafên netewî yên gelê kurd mikur were.