Mesrûr Barzanî: Bi diyarkirina armanca hevbeş, dikarin yekrêziya xwe biparêzin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek di Konferansa Zanîngeha Kurdistan – Hewlêrê de pêşkêş kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Gulana 2021ê beşdarî Konferansa Zanîngeha Kurdistan – Hewlêrê bû û di destpêka konferansê de gotarekê bi navnîşana “Yekrêzî û Destûr” pêşkêş kir.

Konferansa Zanîngeha Kurdistan – Hewlêrê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayiq tê lidarxistin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Bi gotin û diruşman yekrêz pêk nayê. Berî ku em yekrêz bin, divê em armancên xwe bikin yek. Divê yekrêz bin ji bo bigihin qonaxekê ku ji bo me hemûyan be, em nikarin daxwaza yekrêziyê bikin û ber bi du armancên cuda de gav bavêjin."

Konferansa Zanîngeha Kurdistan – Hewlêrê
Konferansa Zanîngeha Kurdistan – Hewlêrê

Herwiha got: “Berî em yekrêzî wek têrm bi kar bînin, divê em behsa qonaxa xwe bikin ku ji bo çi divê em yekrêz bin, armanca me ji yekrêziyê çi ye. Ev jî dirust nabe eger guftûgoyê li ser wê nekin. Ji wê girîngtir jî divê hemû alî bi hev re bi mêjiyekî fireh guftûgoyê bikin, guhdariya hevdu bikin û hevdu qebûl bikin, da ku em li ser wê armanca ku hêviya gelê Kurdistanê li hev bikin û bi hev re gav ber bi wê armancê ve gavan bavêjin. Bi destnîşankirina armanca xwe ya hevbeş, dikarin yekrêziya xwe biparêzin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Gelek nimûme hene ku dema em yekrêz bûn, destkeftên çêbûn. Di destpêka Raperîna 1991ê de bi yekrêziya aliyên Kurdistanî, me karî statuyekê damezirînin û em ji encama wê xebat û yekrêziyê, bi hev re dijînin û bûne xwedî Hikûmet û Parlamento.”

Herwiha got: “Di qonaxa dawiyê de, di pêngava karkirina bi hev re ya derbaskirina yasaya budceya îsal ya Iraqê, me karî bigihin armancên xwe. Gelekî asayî ye ku nêrînên me wek aliyên siyasî cuda bin, lê divê hin sînor û çarçove ji me re hebe ku di wê çarçoveyê de kar bikin û me bi hev ve girê bide. Ev çarçove jî dikar di destûrê de bê destnîşankirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert

Ragihand jî: “Ez bawer dikim em dikarin vê çarçoweyê di destûrê de diyar bikin. Destûr ji bo du tiştên girîngtir e, yek ji bo ku gerentiyê bidin kesên ku nûnertiya gelê xwe dikin ku nûnertiya welatiyên xwe dikin, divê bi awayekî baş nûnertiya nêrînên gelê Kurdistanê bikin. Du, ewê hêz û desthilat dikeve destê wî, divê li hember gelê xwe berpirsyar be. Di destûrê de em dikarin van tiştan dirust bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em dikarin destûrekê çêbikin ku rengvedana civaka me be û daxwaza piranîya xelkê Kurdistanê be. Em şanazîyê bi pêkvejiyana aştiyane ya neteweyî û olî li Kurdistanê dikin, em bi sedan salan bi hev re dijîn, divê destûra Kurdistanê rengvedana vê pêkvejiyanê jîyanê be û rêzê li ol û netewan bigire. ”

Tekez kir jî: “Divê em hemû hewl bidin ku destûra me bi baştirîn awayî nûnertiya îradeya gelê Kurdistanê bike, ne tenê di navxweya Kurdistanê de, lê belê li Iraqê û li ser asta herêm û cîhanê jî.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Kurdistan bi dîrok û têkoşîn û pêkvejiyana xwe ya aştiyane welatekî dewlemend e, divê destûr vê yekê desteber bike. Em nikarin tenê bi nerîna aliyekî bikin bingeha destûrê. Divê destûr nûneratiya hemû gelê Kurdistanê bike.”

Destnîşan kir: “Ewê ji destê me bê, di Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, da ku zemîneyek bê avakirin ku tê de xelk bi azadî û bê zext dengê xwe bidin destûrekî. Divê em rêzê li mafên hemû tak û gelê Kurdistanê bigirin, rêz li azadiyan, azadiya ramanê, azadiya xwedaperestiyê, azadiya siyasî bigirin, lê divê em azadî û berelayî ji hev veqetînin.”

Di beşeke din gotara xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em careka din dibêjin ku di Hikûmetê de em her hewlekê didin, da ku ev hikûmeta welatiyan be, hikûmet gihandina xizmetiyan ji her kesekî re be bi cudahiya nerîn û bîr û baweriyê wî.  Ev ne tenê hikûmeta aliyên ku beşdarî di vê hikûmete de kirine ne. Ev hikûmet nûnertiya partiyên siyasî yên li derveyî hikûmeta Herêmê ne jî dike.”