Plasschaert: Yekrêzî kilîta serkeftina Herêma Kurdistanê ye

Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê: Azadî bi hêsanî pêk nayê û yekrêzî kilîta serkeftinê ye.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert ragihand: “Heta ku Herêma Kurdistanê gihîşt vê qonaxê, gelek qurbanî hatine dayîn, lê azadî bi hêsanî pêk nayê û yekrêzî kilîta serkeftinê ye.”

Plasschaert beşdarî Konferansa Zanîngeha Kurdistan – Hewlêrê bû û tê de gotarek pêşkêş kir. Plasschaert got: “Li Iraqê bi giştî, her destkeftek bi yekrêziyê pêk hatiye, ev dabeşkirina ku niha heye, divê lihevkirina niştimanî li ser hebe. Herêma Kurdistanê niha gelek cuda ye, ew xaniyek e ziman û olên cuda lê heye, ji ber vê yekê serederiyeke taybetî pê re tê kirin. Dema Papa Francis hat Herêma Kurdistanê, ev yek bi çavên xwe dît ku ev yek ji xalên girîng e, ev cudahî ji bo pêşvebirina Herêma Kurdistanê rêxweşker e û divê were parastin.”

Herwiha got: “Yekrêziya aliyan dikare Herêma Kurdistanê bihêztir bike û dema yekrêzî tune be, berûvajî wê dibe. Herêma Kurdistanê ya bihêz, Iraq bihêztir dike, ne tenê li ser asta herêmê, lê belê li asta navneteweyî jî.”

Tekez kir jî, “Bijardeyek li ber destê Herêma Kurdistanê, ew jî yekrêzî û parastina azadiyan e. Reformên aborî û ewlehiyê berdewam in û guftûgoyên cidî dest pê dikin, ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku xebateke mezin tê kirin.”

Di dema derbasbûyî de gelek guftûgo derbarê destûra Herêma Kurdistanê de hatin kirin û gelek hewl hatin dan, Lê belê ji ber nebûna pêwendî û guftûgoyan, Herêma Kurdistanê nekariye bibe xwedî destûr. Nivîsandina destûrê dê derfeteke baş ji bo jiyana hemû pêkhateyan û dilniyabûna xelkê dirust bike.”

Tekez kir jî: “Neteweyên Yekgirtî bi berdewamî piştgîriya Herêma Kurdistanê dike, lê kilît di destê we de ye.”