Karamollaoglu: Eger Wezîrê Navxwe bixwaze pak bibe divê pêşî îstîfa bike

Li Tirkiyê nîqaşên li ser daxuyanî û îdiayên serkêşê rêxistina sûcî Sedat Peker didomin.
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu

Enqere (K24) - Li Tirkiyê nîqaşên li ser daxuyanî û îdiayên serkêşê rêxistina sûcî Sedat Peker didomin. Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu ragihand, “Ger Wezîrê Navxweyî bixwaze pak bibe divê pêşî îstîfa bike.”

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, li Enqereyê li Navenda Giştî ya partiya xwe di civîna rojnamegeriyê de li ser mijarên di rojeva Tirkiyeyê de axivî.

Karamollaoglu, derbarê îdiayên Sedet Peker yên ji bo Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu da bang li Soylu kir û got, “Ger Wezîrê Navxweyî Soylu bixwaze pak bibe divê pêşî îstîfa bike.”

Karamollaoglu, derbarê îdia û daxuyaniyên Peker de ragihand ku, “Îro Tirkiye bûye wek salên 90î û têkiliyên dewlet û mafyayê derdikevin holê. Lê ji tu kesî deng dernakeve.”

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu di berdewamiya axaftina de wiha axivî: “Hêj tu dozgerekî girîngî nedaye van îdiayên Peker û lêpirsînekê nedaye dest pê kirin. Çima? Lewra berpirsên hikûmetê di nav vê bûyerê da ne. Lê di medyaya sosyal da qiyamet radibe. Berpirsên hikûmetê divê di çarçoveya yasa û erkdarkinê da tevbigerin. Salên 90î Qezaya Susurluk hebû. Îro jî ev mijar. Serokkomar jî, berpirsên hikûmetê jî bêdeng dimînin. Wezîrê Soylu serî li dadgehê daye. Ger Wezîrê Navxweyî bixwaze pak bibe divê pêşî îstîfa bike. Yekî din bê peywirdarkirin û proseya lêpirsînê bê destpêkirin. Wekî din rêyekê din nîne. Divê hisabê vê yekê bê pirsîn. Heta rastî dernekevin holê wê ev mijar tim wek şûrekê li ser serê wan daliqandî bimîne.”