Îsraîl dê îşev êrîşên xwe yên ser Xezzeyê zêde bike

Kanala 13 ya Îsraîlê ragihandiye ku artêşa Îsraîlê dê îşev êrîşên xwe ser Xezzeyê zêde bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kanala 13 ya Îsraîlê ragihandiye ku artêşa Îsraîlê dê îşev êrîşên xwe ser Xezzeyê zêde bike.

Kanala 13 eşkere kiriye; Îsraîl beriya ku agirbestê ragihîne, dixwaze li Xezzeyê gelek armancên ku hatibûn destnîşankirin, wêran bike.

Li gor zanyariyên wê kanalê, derketina biryara agirbestê gelek nêzîk bûye û di 24 demjimêrên bê de agirbest dê were ragihandin.

Herwiha Kanala 13 ya Îsraîlê ji çavkaniyeke Misrî veguhestiye ku reşnivîsa rêkeftina agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de hatiye gengeşekirin û di çend demjimêrên dahatû de her du alî dê agirbest ragihînin.

Li ser hejmara kuştî û birîndaran, Wezareta Tendirustiyê ya li Xezzeyê ragihand; heta îro 219 welatiyan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 63 kes zarok, 36 kes jin û 16 kes jî bi temen in.

Wezaretê ragihandiye ku heta îro 1530 welatî di encama bombebaranên Îsraîlê de birîndar bûne.

Ajansa UNRWA ya ser bi Neteweyên Yekbûyî eşkere kir; Îsraîl rê nade ku ti alîkarî bigihîje Xezzeyê.

10 roj in di navbera grûp û rêxistinên Filistînî û Îsraîlê de şer heye û rojane her du alî hev bombebaran dikin.

Heta niha hemû hewldanên ji bo rawestandina şer têk çûne. Encûmena Asayîşa Navdelwetî ya Neteweyên Yerkbûyî di sê civînên awarte de xwestibû daxuyaniyek ji bo sekinandina şer gengeşe bike, lê Amerîka rêgirî li pesendkirin û derxistina daxuyaniyê kir.