Wezîrê Berevaniya Iraqê li Kerkûkê behsa cibicîkirina rêkeftina bi Pêşmerge re dike

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê îro li Kerkûkê erkê dahatî yê hêza Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî ji berpirsên leşkerî û ewlekariyê re aşkere dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê îro gihîşt bajarê Kerkûkê û biryar e bi berpirsên leşkerî yên artêşa Iraqê re behsa cibicîkirina rêkeftina bi Wezareta Pêşmerge re bike.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Hêmin Delo da zanîn, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Inad îro gihîşt bajarê Kerkûkê. Biryar e ew di civînên bi berpirsên leşkerî û ewlekariyê re behsa danîna nexşeya cibicîkirina rêkeftina ewlekariyê ya bi Wezareta Pêşmerge re bike, ji bo dagirtina valahiyê ewlehiyê li navçeyên Kurdistanê.

Ev di demekê de ye, berî niha Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê rêkeftinek derbarê dagirtina valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê îmze kiribû. Biryar jî hate dayîn ku çend navendên hevbeş ji bo vê armancê bêne avakirin. Duhî 19ê Gulanê jî ew rêkeftin li parêzgeha Diyaleyê kete warê cibicîkirinê û odeyeke hevbeş hat pêkanîn.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Kerkûkê, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê îro li Kerkûkê erkê dahatî yê hêza Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî ji berpirsên leşkerî û ewlekariyê re aşkere dike ku biryar e ji destpêka hefteya bê ve komîteyeke hevbeş a hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê li Kerkûkê were pêkanîn.