Hollanda û Brîtanya pêşniyazekê didin Wezareta Pêşmerge

Hollanda û Brîtanya proseya çaksaziyê di nava hêzên Pêşmerge de dişopînin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Leşkerî li Konsolxaneya Hollandayê li Herêma Kurdistanê diyar kir, ew proseya çaksaziyê di nava hêzên Pêşmerge de dişopînin. Herwiha aşkere kir, wan pêşniyazek pêşkêşî yekîneyên 70 û 80 ên Pêşmerge kiriye û eger ev pêşniyaz bi ser bikeve dê piraniya kêşeyên Pêşmerge werin çareserkirin.

Şêwirmendê Leşkerî li Konsolxaneya Hollandayê li Herêma Kurdistanê Kolonêl Jan Ten Hove 24 re got: “Em bi hevahengiya bi Birîtanyayê re di proseya çaksaziya Pêşmerge de kar dikin. Me bingeheke hevbeş ji bo çavdêrîkirina proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmerge damezrand.”

Got jî: “Me pêşniyazek pêşkêşî yekîneyên 70 û 80 û her du aliyên siyasî kiriye, da ku nîqaş bikin û erê bikin. Eger ew pêşniyaz were erêkirin û bi ser bikeve, dê piraniya pirsgirêkên Pêşmerge dê çareser bibin.”