WHO li Xezzeyê daxwaza agirbesteke mirovî dike

Rayedarên payebilind ên Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) daxwaz dikin ku agirbesteke mirovî li Xezzeyê were ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarên payebilind ên Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) daxwaz dikin ku agirbesteke mirovî li Xezzeyê were ragihandin.

Ji ber dorpêç û şerê Îsraîlê, sektora tendirustiyê li Xezzeyê li hember têkçûnê rûbirû maye.

Rêveberê Herêmî yê WHOyê Ehmed El Menzerî ragihand: “Girtina deriyên sînorî li ber nexweş û birîndaran, rewş xirabtir kiriye.”

Ehmed El Menzerî herwiha diyar kir ku rêlibergirtina veguhestina dermanan, rewşa tendirustiyê li Xezzzeyê xistiye metirsiyê.

11 roj in şer û pevçûnên navbera aliyên Filistînî û Îsraîlê berdewam e û heta niha zêdetirî 200 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 1500 kes jî birîndar bûne.