Hevserokê HDPê: Divê Suleyman Soylu îstîfa bike

Li Tirkiyê nîqaşên li ser îdiayên derbarê Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu de, ku serkêşê rêxistina sûcî Sedat Peker tîne ziman partiyên mixalefetê banga dest jikarberdanê li Soylu dikin.
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar

Enqere (K24) - Li Tirkiyê nîqaşên li ser îdiayên derbarê Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu de, ku serkêşê rêxistina sûcî Sedat Peker tîne ziman partiyên mixalefetê banga dest jikarberdanê li Soylu dikin. Hevserokê HDPê Mîthat Sancar, ragihand, “Divê beriya her tiştî Soylu îstîfa bike. Lê ew li ser HDPê îdia û sûcdariyên derbarê xwe da manîpule dike.”

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar, di dema ku navber bo doza Kobaniyê de hat dayîn li ber derê Kampusa Dadgeha Sîncana Enqereyê civînekê rojnamegeriyê li dar xist.

Mîthat Sancar li ser pirsa daxuyaniyên Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, da zanîn, “Divê beriya her tiştî Soylu îstîfa bike. Lê ew li ser HDPê îdia û sûcdariyên derbarê xwe da manîpule dike.”

Sancar diyar kir: “Nizanim Soylu qesda kî dike. Lê helbet berpirsyariya wî heye ku polîsan ji bo parastinê erkdar bike. Ev tiştekî yasayî ye. Ger hin şert û merc pêk werin, ji bo serokên partiyên siyasî û ji bo parlamenteran polîs tên erkdarkirin. Ji ber ku Soylu navê partiya me û Sedat Peker bi hev ra anî ziman divê şerm bike. Soylu li dewsa ku bersivê bide sûcdariyên giran û îdiayan bi hin amûran hewl dide wan sûcdariyan veşêre û qet bersivê nede wan îdiayan. Lê wê nikaribin biserkevin. Lewra her tişt li holê ye. Bes vîdoe na, jixcwe rastiyên ku her kes pê dizane hene. Jixwe ew rastî berê jî li ser hin platform û li hin derdoran dihat axaftin. Wêne, dîmen û bûyerên ku berê qewimîne hene. Divê wezîrê navxweyî bersiva wan hemûyan bide. Dikare bersivê bi hevokekê bibêje.  Ez îstîfa dikim. Belê, wê tekane livûtevgera bi rûmet îstîfa be. Wekî din bersivên tewşomewşo û li ser HDPê manîpulekirina van îdiayan nayê qebûlkirin. Hewlên veşartina rastiyan hewlekî badilhewa ye.”

Sancar ji Parlamentoyê daxwaza avakirina “Komîsyona Lêkolînê” kir

Herwiha Sancar, daxwaza damezrandina “Komîsyona Lêkolînê” li Parlamentoya Tirkiyeyê kir û got, “Divê pêşiya darazê bê vekirin û li Parlamentoyê jî derbarê wezîr (Suleyman Soylu) de komîsyona lêkolînê bê avakirin û hemû rastî derkevin holê.”

Suleyman Soylu çi gotibû?

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, piştî îdia û tawanbariyan yekem car beşdarî bernameyekê televîzyonî bûbû û li ser pirsa “polîsên parastinê” û nîqaş û gotegotên “daxwaza wezaretan a HDPê” dabû xuyakirin ku, ger mixalefet were desthilatê plansazî dike ku wezaret bide HDPê. Soylu da zanîn, li ser vê mijarê di destê wî de hin zanyarî û belge hene.

Her wiha Soylu, dema pirsa, “Rast e we polîsan bo parastina Sedat Peker dabû?” bersivand jî û got, “Polîsên parastinê beriya min hatibûn dayîn. Lê di dema min de min wan paşve kişand. Her wiha kî ji me vê daxwazê bike, helbet ku hin xwediyê hin şert û mercan be em polîsên parastinê didin wan. Mesela HDP’yiyên ku di Doza Kobanê de tên darizandin jî ji me daxwaza polîsan kiribûn û me dabûn wan.”