Iraq û Amerîkayê li ser danîna rêkarên danûstandinên stratejîk li hev kirin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêşwazî li Fermandarê Fermandiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêşwazî li Fermandarê Fermandiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie kir û her du aliyan li ser çawaniya cîbicîkirna biryar û encamên gera sêyem a danûstandinên stratejîk ên Iraq û Amerîkayê li hev kirin.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku her du aliyan behsa pêwendiyên Iraq û Amerîkayê kirine.

Herwiha hat eşkerekirin: “Her du aliyan li ser civîna yekem a lijneya teknîkî ya ji bo danîna rêkarên cîbicîkirna encamên gera sêyem a danûstandinên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê li hev kirin û di nav wan de jî li ser mijara vekişîna hêzên biyanî ji Iraqê.”