Endamekî şanda opozîsyonê daxwaza şer dike
Endamê şanda opozîsyonê li Cenêvê û serkirdê Ceyş el-Îslam Mihemed Elûş ji Cenêvê de, daxwaza şerê li dijî rêjîmê li hemû eniyan dike, tevî agirbesta ku ji 27ê Sbatê ve hatiye ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê şanda opozîsyonê li Cenêvê û serkirdê Ceyş el-Îslam Mihemed Elûş ji Cenêvê de, daxwaza şerê li dijî rêjîmê li hemû eniyan dike, tevî agirbesta ku ji 27ê Sbatê ve hatiye ragihandin.
Elûş li ser hesabê xwe yê Twetterê nivîsandibû, ku cudahî di navbera karê şanda opozîsyonê û rewşa meydanî li ser erdê tune ye, ku rêjîma Sûriyê ligel Rûsyayê sûdê ji agirbestê dibînin û pêşde diçin.
Ev daxuyaniyên Elûş tên, ku Nûnerê NY Stêffan De Mistura ji şanda opozîsyonê re pêşniyar kiribû, Serokê Sûriyê Beşar Esed di qonaxa veguhêz de di posta xwe de bimmîne, lê 3 cîgir jê re bên destnîşankirin, ku desthilatên Esed ji wan her sê cîgiran re bêne veguhastin.
Ji aliyê xwe, endamê şêwirmend di şanda opozêsyonê de Yehya Erîdî ragihand ku, helwestên Elûş taybet bi Elûş in, ne ya Desteya Danûstandinê ne.