Îranê firokeya bêfirokevan a 'Xezze'yê nimayîş kir

Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku firokeyeke bêfirokevan a bi navê "Xezze"yê saz kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku firokeyeke bêfirokevan a bi navê "Xezze"yê saz kirine.

Serokê Beşa Esmanî ya Supaya Pasdaran a Îranê Emîr Elî Hacîzade di dema nimayîşkirina firokeyê de eşkere kir ku armanca navlêkirina dronê bi navê "Xezze" rêzgirtina li ruhê berxwedana 11 rojên borî ya li Xezzeyê.

Emîr Elî Hacîzade diyar kir ku firoke dikare 13 bombe hilgire.

Hacîzade di dema nimayîşkirina firokeya bêfirokevan a "Xezzeyê" de eşkere kir ku drone dikare 35 hezar pê bilind bibe û herwiha di operasyonan de dikare 13 bombe hilbigre û di dema pişkinînê de dikare bi dûriya 500 kîlometre çavdêriyê bike.